Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îlham Ahmed Cezayên di Doza Kobanê de Şermezar Dike


Hevseroka Peywendîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, Îlham Ahmed cezakirina sîyasetvanên Kurd ya ji alîyê dadgeheke Tirkîyê ve şermezar kir.

Ahmed ji ser hesabê xwe yê platforma X got ku ew mehkûmkirina sîyasetvanên Kurd ji alîyê dadgeha Tirk ve şermezar dikin.

"Dadgeha Tirk bi fermana desthilatdarîya xwe biryareke sîyasî da. Di serî de hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, cezayê giran li sîyasetvanên Kurd û Tirk hate birîn. Em biryarê bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku têkoşîna azadîyê wê neyê asteng kirin."

Ahmed bi berdewamî got ku cezayên ku hatine dayîn jiber piştgirîya wan ji Berxwedana Kobanê re ye.

"Biryara Tirkîyê xeleka dawî ya binpêkirinên mafên mirovan e û cezakirineke bi mebestên sîyasî ye. Em mehkûmkirina sîyasetvanên Kurd û Tirk ya bi dehan salan li zindanan ya jiber piştgirîya wan ji Berxwedana Kobanê re şermezar dikin ku ew serketin li hember rêxistina terorîst DAIŞê qonaxeke pir girîng bû."

XS
SM
MD
LG