Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ibrahîm Elî: Huner Nasnameya Netewen E


Huner ne tenê bi reng û xêzan tê çêkirin lê belê bi çîrok û hestên mirovan tê sitrandin û hûnadin û di jîyanê de dibe afirandin û dahînaneke serbixwe.

Hunermendê Kurd Ibrahîm Elî vê yekê pesend dike ku çawa wî karîbû li hember civak û malbatê rêka xwe bigire û bo bersîvdana beramberî jîyanê hunerê bipijirîne.

Elî li devera Şengalê ji dayik bûye û dawiyê li bajarê Duhokê xwendina xwe ya seratayî û navîn xwendiye.

Wî di rewşeke dijwar de xwendina hunera ciwan li Zanîngeha Mûsilê qedand.

Eli xwendina master di hunera ciwan de li Zanîngeha Lubnanî teva kir.

Ew niha li Duhokê dijî û karê hunerê û mamostatî dike.

Bi ser hunera şêwekarî, Ibrahîm hunera xetatî yan xweşnivîsînê dike ku li ber destêbirayê xwe fêr bûye.

Ew herwusa xebatên peykersazîye jî dike û wî bi dehan pêşangeh li Kurdistanê û welatên din vekirine.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:31 0:00


XS
SM
MD
LG