Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Endamê Grup Yorum’ê Îbrahîm Gokçek Dest bi Rojiya Mirinê Kir


Îbrahîm Gokçek

Endamê koma mozîkê ya bi navê ‘Grup Yorum’ Îbrahîm Gokçek li girtîgeha Sîlîvrî ya Îstenbulê ev 200 rojin di greva birçîbûnê de bû. Parêzerê wî Huseyîn Bogatekîn do li ser Twîtter’ê dîyar kir ku Gokçek dest bi rojîya mirinê kirîye.

Bogatekîn di peyama xwe de got, “Îbrahîm Gokçek bi daxwaza azadî û dadê ev 200 roj in di greva birçîbûnê deye. Îro Gokçek dest bi rojîya mirinê kir. Gokçek dibêje heta daxwazên neyên cîh ew dev ji rojîya mirinê bernade. Gelek zeîf bûye lê xwedî moral bû.” Wî nivîsand.

Yek ji endama Grup Yorum Bahar Kurt jî ev 206 roj in di gireva birçîbûnê deye. Kurt dibêje “Jibo ku em stranên xwe azad bêjin me îro canê daye ber mirinê.”

“Eger berdela gotina stranên me mirin be emê îro bimirin. Jiber ku ev 34 sal in jibo rumeta gelê xwe, jibo serxwebûna welatê xwe yên ku canê xwe dane me stranên wan gotîye. Emê vê pêvajoyê derbaz bikin û serbikevin. Ev 34 sal in ti kesî nekarî dengê Grup Yorum qut bike. Îro jî bi van erîşan Grup Yorum bêdeng namîne.”

Herwiha Kurt ji Dengê Amerîka re behsa sedemên greva birçîbûnê jî dike û daxwazên Grup Yorum wiha tîne ziman.

“Bila serdegirtinên polîsan yên Navenda Çand a Îdîlê werin rawestandin. Ev nêzîkî sê salan e li ser konserên Grup Yorum qedexe hene û bila ev qedexe werin rakirin. Bila dozên dijî endamên me werin xistin û bila endamên me yên di zindanê de werin berdan. Herwiha bi doznameyên bêbingeh û dijî hiqûqê bila terorîze kirina ser endamên we werin sekinandin.”

Hêjayî birxistinê ye ku Grup Yorum ev 34 sal in li Tirkîye’yê xebatên muzîkê dikin. Grup yorum xebatên xwe yên hunerê li Navenda Çanda Îdîl’ê ya li Îstenbulê bi rêve dibe. Navend ji alîyê polîsan ve di navbera sala 2016 û 2019’an de herî kêm 9 caran serdegirtin pêk hatibû. Di van sergegirtinan de 30 kes hatibûn girtin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:29 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG