Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Peyamên Amerîka yên li dor Sûriyê Rexne Dike


Ibrahim kalin, peyvdarê Serokomarê Tirkiyê

Tirkiyê îro Şemiyê rexne li Amerîka kirin li dor peyamên Waşintonê ku Enqera dibêje ew tevlîhev in di derabarê pêşeroja Sûriyê de.

Ibrahîm Kalin, peyvdarê serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji peyamnêran re her wiha got Tirkiyê li gel Rûsya axiviye li dor bajarokê Til Rifaat û pêwîst nake ku ew destêwerdanê li herêmê bikin ji ber ku Mosko ji wan re piştrast kiribû ku hêzên Kurdî li wir nînin.

Kalin derbarê helwesta berpirsên Amerîkî de got:

“serokê Amerîka dibêje emê nêzîk ji Sûriyê derkevin û berpirsên din dibêjin na em dernakevin… ev tevliheviyekê li ser erdê derdixe pêş, ji bo me jî. Em dixwazin tiştekî zelal bibînin, ka gava wan a bê çi ye û armanca wan a dawî çiye. ”

Hêjayî gotinê ye, serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû ku hêzên Amerîkî dê ji Sûriyê derkevin , lê wî di kombûna Civata Ewlekariya Niştimanî de erê kir ku ew hêz bo demeka din a kurt bimînin ji bo têkbirina temam a Daişê.

.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG