Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê Berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan Koça Dawî Kir


Parlamenterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Îbrahîm Ayhan, di encama krîza dil de îro li paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, Hewlêrê jîyana xwe hinda kir.

HDP’ê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Îbrahîm di dema serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê bû krîza dil derbaz kir û koça dawî kir.

“Em di xemgînîyeke kûr de ne ku me hevalekî xwe yê tekoşer hinda kir ku tevahîya jîyana xwe bo aştî, demokrasî û azadî fêda kir û di vê rêyê de, bi wêrekî berdelên giran dan. Em dilovanî ji ruhê wî re dixwazin û jibo malbat û hezkirîyên wî û tevahîya gelê xwe re sersaxî dixwazin,” mesaja HDP’ê got.

Ayhan di sala 1968’an de li Sêweregê, li Ruhayê hatibû dinê. Ew di sala 2011’ê de, dema li girtîgehê bû wek parlamanter hatibû hilbijartin û nûnertîya bajarê Ruhayê kiribû.

Dadgeheke Tirk jiber “propagandaya bo rêxistina terorîstî” salek û 3 meh cezayê zindanê li Ayhan birîbû û parlamana Tirkîyê jî di 27’ê Sibata 2018’an de dawî li parlamanterîya wî anîbû.

XS
SM
MD
LG