Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ICJ ji Îsraîlê Xwest ku Pêşîya Jenosîda Filîstînîyan Bigire


Dadgeha bilind ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê ferman da Îsraîlê ku divê ew di şerê xwe yê li Gaza de, jibo pêşîgirtina mirin, wêrankirin û hemû kiryarên jenosîdî yên dijî Filîstînîyan hemî tedbîrên pêdivî bigire.

Dadgehê herwiha ji Îsraîlê xwest ku bi awayekî xurttir parastina sivîlên Filîstînî bike.

Afrîqaya Başûr di 29’ê Rêbendanê de serî li Dadgeha Navnetewî ya Dadmendîyê (ICJ) dabû ku Îsraîl bi kiryarên li Gaza Peymana Jenosîdê ya 1948'an ya NY binpê dike.

Afrîqaya Başûr di rûniştina yekê ya di 1’ê Berfanbarê de ji dadgehê daxwaz kiribû ku dijî Îsraîlê neh tedbîrên awarte wergire.

Dadgehê got ku ew mafê Filîstînîyên li Gaza nas dike û Filistînî di çarçoveya Peymana Jenosîdê ya NY de komeke parastî ne û divê ew ji kiryarên jenosîdî werin parastin.

Dadgehê ji Îsraîlê xwest ku pêşî li jenosîdê bigire, lê daxwaza agirbestekê ji Îsraîlê nekir.

Afrîqaya Başûr îdia kir ku kiryarên Îsraîlê yên li Gaza jenosîd e û ji dadgehê xwest ku ferman bide Îsraîlê ku hemî êrîşên xwe rawestîne, lê dadgehê ew daxwaz red kir.

ICJ herwiha ferman da Îsraîlê ku tedbîrên lezgîn û bi bandor bistîne ku NY bikaribe li Gaza xizmetên bingehîn û alîkarîyên mirovahî peyda bike.

Dadgeha NY hevdem bang li Hamas û komên din yên çekdar kir ku dîlên 7’ê Cotmehê, demûdest û bê şert berdin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG