Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ICJ Ferman Dide Îsraîlê ku Operasyona li Refahê Bisekinîne


Dadgeha Navnetewî ya Dadmendîyê (ICJ) îro Înê ferman da Îsraîlê ku operasyona xwe ya leşkerî ya ser bajarê Refah ya başûrê Gazayê demûdest bisekinîne.

ICJ, ku bi navê Dîwana Edaletê ya Navnetewî jî tê zanîn, li ser daxwaza Afrîqaya Başûr biryara awarte da, ku Îsraîlê bi jenosida ser Filîstînîyan tawanbar dike.

Tevî ku hêza ICJ tuneye ku biryarên xwe bi cîh bîne, ew yek tenêmayîna Îsraîlê ya di qada navnetewî de zelaltir dike.

Gelek dewletên cîhanê Îsraîlê jiber operasyonên xwe yên leşkerî li Kerta Gazayê, taybetî jî êrîşa ser Refahê, ku vê mehê destpê kiribû, bi tundî şermezar dikin

ICJ herwiha ferman da ku Îsraîl derbazgeha Refahê ya navbera Misir û Gazayê veke û bihêle alîkarîyên mirovahî têkevin wê herêmê. Dîsa, dadgehê ji Îsraîlê xwest ku rê bide vekolerên ku herin herêmê û di nava mehekê de raport pêşkêşî wan bike ku ew ferman bi cîh hatine.

Biryara ICJ bi desteya 15 dadwerî hate dayîn û tenê 2 dadwerên ji Uganda û Îsraîlê dijî wê deng dan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Afrîqaya Başûr di 29’ê Rêbendanê de serî li Dadgeha Navnetewî ya Dadmendîyê (ICJ) dabû ku Îsraîl bi kiryarên li Gaza Peymana Jenosîdê ya 1948'an ya NY binpê dike.

XS
SM
MD
LG