Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xaça Sor Konvoyeke Alîkarî Şand Efrînê


Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC) îro Pêncşemê ragihand ku konvoyeke alîkarî çû Efrînê ku pêdivîyên ya mirovahî bigihîne 50,000 kesên ku derbider bûne.

Berdevka Xeça Sor, Iolanda Jaquemet got ku karwana alîkarî çû Efrînê, piştî ku wan û Heyva Sora Sûrî cara yekê li hev kir ku alîkarî ji Efrînê re were şandin.

Tirkîyê di 20’ê Rêbendanê de, dijî YPGê dest bi operasyoneke li ser Efrînê kiribû û li gor Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) û Lêxweşbûna Navnetewî (AI) sîvîlên li Efrînê dibin armanca wê operasyonê.

XS
SM
MD
LG