Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ICRC: Ciwanên Sûrî di Şer de, Hîn Jî Zirar Û Windahîyên Giran Dibînin


Ciwaneke Sûrî yê li Helebê (Arşîv)
Ciwaneke Sûrî yê li Helebê (Arşîv)

Komîteya Navnetweyî ya Xaça Sor (ICRC) îro Çarşemê encamên lêkolînekî nû ya ICRC ya li ser 1.400 ciwanên Sûrî yên ku di navbera temenên 18-25 saliyê dane, yên niha li Sûrîyê dimînin, û li Lubnan û Almanyayê wek penaberan dijîn, ragihand.

ICRC dîyar kir ku, ciwanên Sûrî di şerê deh salan de, zirar û windahîyên giran yên kesane ditîne û hîn jî mecbûrin ku welatê xwe yê hilweşandî jinûve ava bikin.

Lêkolîna ICRC, bandor û lêçûnên şerê li Sûrîyê ku bû sedema kuştina bi sed hezaran kesan, koçberîya bi mîlyonan welatîyan û hilweşandina dibistan û nexweşxaneyan yên bo ciwanan têxe ber çavan.

Fabrizio Carboni, Berpirsê herêmî yê ICRC yê bo Rojhilata Navîn, di derbarê lêkolînê de ji Ajansa Reutersê re axifî.

Carboni da zanîn ku yek ji hevalan yan endamek malbatê ji % 50 ciwanên Sûrî hatine kuştin.

Hemdem, wi destnîşan kir ku yek ji dêûbavên, yek ji şeş ciwanên Sûrî, di şer de yan hatine kuştin yan birîndar bûne.

"Jinûve avakirina welêt li ser milên wan e û eşkere ye ku ew neheqîyeke pir mezin e," Carboni got.

Lêkolîn, nîşan dide ku Nêzîkî nîvê ciwanên Sûrî jiber şerê navxweyî dahatên xwe winda kirine û hema hema heşt ji 10 ciwanan dîyar kirine ku ew jibo peydakirina xwarin û pêdiviyên din, têkoşînê dikin.

"Jin bi taybetî di warê aborî de di rewşek dijwar û êşdar de ne, nêzî ji % 30 ciwanan ragihand ku jibo debara malbatên xwe ti dehatek wan tuneye," ICRC got.

Encamên Lekolînê di salvegera 10'an ya destpêkirina şerê navxweyî li Sûrîyê di preskonferansekî de da diyar kirin.

Hêjayî balkişandinê ye, ku di şerê navxweyî ya Sûrîyê de, nîvê nifûsa welêt ya ku berîya şer 23 mîlyon bû, koçber bûye, 5 mîlyon ji wan penaberên derveyî welat in.


XS
SM
MD
LG