Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF Dibêje Wan li Xezayê 2 Çekdarên Hemasê Kuştine

Dîmeneke Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) li Bakurê Xezayê
Dîmeneke Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) li Bakurê Xezayê

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Yekşemê ragihand ku wan di operasyoneke hefteya borî li Xezayê 2 çekdarên Hemasê kuştine.

IDF'ê ev agahî ji ser hesaba xwe ya medya civakî X’ê belav kir.

Nasnameyên wan herdu çekdaran wek fermandarê yekînîya Nuxbe ji baskê leşkerî yê rêxistina Hemas Mihemed Nejîb Aşûr, û Taamîr Seîd Ebû Nahal, serokê şaneyek ji baskê leşkerî yê rêxistina Hemasê hat ragihandin.

IDF’ê got ku herdu milîtanên hatine kuştin “di pêşxistina planên terorîstî yên dijî hêzên IDF'ê de cîh digirtin û piştî ku bi êrîşên hestdar gef li hêzên me xwarin” hatine armanckirin.

“Hêzên IDF'ê yên di bin Fermandarîya Başûr di çarçoweya peymanê de li heremê hatine bicîhkirin û wê ji bo jiholêrakirina demûdest a her gefekê, operasyonan bidomînin,” IDF’ê got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG