Artêşa Îsraîlê ragihand ku Ne'îm Mihemed Aşûr Ebû Nehil, serokê sazîya ewlekarîya navxweyî ya Hamasê li Kerta xezayê, hatiye kuştin.
Li gor daxuyanîya Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF), "Ebû Nehil nêzî du meh berê, piştî desteserkirina pêşî ji alîyê IDF'ê ve, ww ji nûve bûye Berpirsê Xizmeta Ewlekarîya Navxweyî ya Hemasê."
Daxuyanî dibêje ku "kuştina wî derbeyeke girîng li şiyanên rêvebirina wê sazîyê xistîye."
Herwiha Ebû Nehil di dema şer de, bi taybetî di demên dawî de, plan û pêşvebirina êrîşên terorîstî li dijî sivîlên Îsraîlî û leşkerên IDF'ê de roleke girîng hebû.
Li gor heman daxuyanîyê, Ebû Nehil ji bo nûavakirina şiyanên rêxistinên çekdar li Xeza jî xebitîbû.
Artêşa Îsraîlê got ku Ebû Nehil ji bo rakirina metirsîya ku ji aliyê wî ve dihat, hate armancgirtin. Artêşa herwiha got ku çalakîyên wî binpêkirina sîstematîk a agirbestê bûn.
Ajansa Reuters li gor çavkanîyên ji Xezayê da zanîn ku berpirsekî payebilind yê Hemasê û 6 kesên din di êrîşeke Îsraîlê de hatine kuştin, di nav kuştîyan de du polîs jî hene.