Hêzên Berevanîya Îsraîlê îro Duşemê ragihand ku wan Belgeyeke navxweyî ya Hemasê vedîtîye ku planên bicihkirina teqemenîyan li deverên kampên derbideran li Xezayê bi hûrgilî nîşan dide.
IDF’ê ew belge li ser platforma X’ê parve kir û anî ziman ku ew "nîşan dide ku beşê endazyarîyê yê Hemasê pêşniyar kiriye ku madeyên teqîner li dora kampên kesên derbider werin bicihkirin û dema ku leşkerên IDF’ê nêzîk dibin, wan biteqînin.
IDF’ê dibêje ku Hemas bi vê kiryarê "sivîlên di kampan de dixe xetereyê da ku tirsê wekî perdeyeke dûmanê ji bo revîna endamên xwe çêbike.”
“Ev beşek ji amadekarîyên Hemasê bû ji bo parastina rêberî û endamên xwe û bikaranîna sivîlan e li herêmê, tevî ku ew dizanin ku ev kiryar dê ziyanê bigihîne sivîlan,” IDF’ê got.