Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje wê Hejmarek Fermandarên Hemasê Kuştine

Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Duşemê ragihand ku wan hejmarek fermandarên rêxistina Hemasê li Kerta Xezayê kuştine.

IDF’ê di postekê de li ser platforma X’ê anî ziman ku di êrîşekê de çar fermandarên Hemas hatine kuştin, “di nav de jî serokê beşê leşkerkirina xelkê di nav Hemasê de, ku rasterast di xurtkirin û nûavakirina baskê leşkerî yê Hemasê li Xezayê de beşdar bû û terorîstekî Nuxbe ku di dema komkujîya 7'ê Cotmehê de derbasî Îsraîlê bûbû.”

IDF’ê got, “Di seranserê şer de, û bi taybetî di demên dawî de, terorîstan êrîşên li dijî sivîlên Îsraîlî û leşkerên IDF’ê pêşve xistin û ji bo vegerandina şiyanên Hemasê, bi binpêkirina sîstematîk a agirbestê, operasyon kirin.”

Daxuyanîya IDF’ê fermandarên armanckirî wek, Waêl Nayif Fehmî, Erefat Kemal, Mihemed Nadir, û Nebîl Hemed dan nasandin.

IDF’ê di posteke din de jî îro ragihand ku wê “2 terorîstên Nuxbeyê; ku yek ji wan di dema komkujîya 7’ê Cotmehê de kete nav Kibbutz Nir Ozê û berpirsîyarê amadebûna operasyona terorîstên Nuxbeyê bû, hatine jinavbirin.”

Yek ji wan Diyai Abdulmuhsin Mihemed Ebû el-Ros û yê din Mihemed Kamil Muslih Qadih bû, li gor daxuyanîya IDF'ê.

“Terorîst di êrîşên cuda de roja Şemîyê û 22’ê Cotmehê hatin tunekirin, da ku gefa ku ew çêdikin ji holê rakin,” IDF'ê got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG