Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Kuştina Fermandarê Yekîneya Deryayî yê Hemasê Ragihand

Leşkerên Îsraîlê li Bakurê Kerta Xezayê
Leşkerên Îsraîlê li Bakurê Kerta Xezayê

Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê kuştina çar endamên Hemasê, di nav de fermandarê yekîneya deryayî ya wê rêxistinê, Usame Ne'im Hemdî, di du operasyonên cuda de li bajarê Xezayê û bakurê wê ragihand.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku roja Duşemê li Xezayê êrîşeke esmanî pêk aniye ku Usame Ne'im Hemdî di wê êrîşê de kuştiye.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) got ku Hemdî di dema şer de ji bo jinûve avakirin û xurtkirina şiyanên yekîneya deryayî ya Hemasê û berfirehkirina çalakiyên wê di qada deryayî de xebatên xwe zêde dikirin.

Daxuyaniya artêşa Îsraîlê zêde kir ku êrîşeke esmanî ya bi heman rengî li bakurê Kerta Xezayê sê endamên Hemasê kuştine ku IDF ew wekî "çekdar û gefên rasterast ji bo hêzên Îsraîlê" bi nav kirine.

IDF, piştrast kir ku hêzên wê yên ku li başûrê Kerta Xezayê dixebitin "li gorî mîsyonên xwe yên hatine destnîşankirin operasyonên xwe didomînin."

Artêşa Îsraîlê tekez kir ku ew ê opresyonên xwe berdewam het ku "hemû gef" li ser ewlekarîya sivîl û dewleta Îsralê ji holê rake.

"Hêzên IDF yên di bin Fermandarîya Başûr de li gorî peymanê li herêmê hatine bicihkirin û dê ji bo rakirina her gefek yekser operasyonê bidomînin," IDF got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG