Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wan Mehmûd Elî Mehmûd Terûş, fermandarê tabûrê di baskê leşkerî yê Hemasê de kuşt.
Artêşa Îsraîlê got ku ew kes beşdarî operasyona Hemasê ya 7'ê Cotmehê li dijî Îsraîlê bûbû.
IDF di platforma X'ê de got, Mehmûd Elî tevî Ehmed Hîşam, fermandarê ketîbeya topxanê di Tabûra Nuseyrat a Hemasê de, ketibû nav axa Îsraîlê.
Di peyameke din de, IDF ragihand ku hêzên wan li 'Mecdel Zon' li başûrê Libnanê di cihên sivîl de çend cûreyên çekan dîtine, di nav de tifengên Kilaşnîkov, mexzenên fîşekan, cebilxane, bombeyên destan, teqemenî, amûrên teqemenîyê, mûşekên dij-tankan û topên hawenê li herêmê dîtine.
IDF di daxuyanîyeke din de, ku di platforma X'ê de weşand, got ku "leşkeran avahîyên ku ji hêla Hizbullahê ve hatibûn bikaranîn hatin hilweşandin."