Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF Dibêje wan 3 Fermandar û Endamên Komên Çekdar Kuştine

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Înê ragihand ku wan sê fermandar û endamên komên çekdar kuştine.

IDF’ê li ser platforma X’ê diyar kir ku fermandarê beşê mûşekan ê baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî Husam Welîd Hesen Ebû Eta, û endamê heman baskê Mecdî Muîn Yûsif Eyûbî di êrîşên esmanî yên li bajarê Xezayê de hatine jinavbirin.

Herwiha hat ragihandin ku fermandarê gurûpa baskê leşkerî yê Hemasê Mihemed Eca jî di operasyonan de hatine kuştin.

Di daxuyanîyê de, IDF’ê eşkere kir ku van kesan li dijî leşkerên Îsraîlê êrîşên nû plan dikirin û ji bo bihêzkirina şiyana komên xwe dixebitîn, bi vî rengî wan peymana agirbestê bi zanebûn binpê dikir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG