Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF: Fermandarekî Hemasê û Endamê Cîhada Îslamî Hatin Kuştin

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Înê ragihand ku wan fermandarekî Hemasê kuştîye.

IDF’ê li ser platforma X’ê got ku Mihemed Ebdulxaliq Xille, fermandarê navenda çêkirina çekan a Hemasê bû.

IDF’ê eşkere kir ku ev fermandar di dema êrîşên 7’ê Cotmehê de derbasî nav axa Îsraîlê bûbû.

IDF’ê herwiha diyar kir ku wan “terorîstekî” Cîhada Îslamî yê bi navê Ehmed Cebrîn Tewfîq Dehlan jî kuştîye.

IDF’ê di daxuyanîya xwe de got ku van kesan di van demên dawî de êrîşên xwe yên li ser leşkerên Îsraîlê û sivîlan zêde kiribûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG