Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje wê Du Fermandarên Hemasê li Xezayê Kuştine

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Duşemê ragihand ku wan di êrîşên esmanî yên vê dawîyê de li Xezayê, du karbidestên payebilind ên Hemasê kuştine.

IDF’ê li ser platforma X’ê eşkere kir ku Mihemmed Helawa, karbidestekî îstixbarata leşkerî ya Hemasê, roja Şemîyê li bajarê Xezayê hat kuştin.

Herwiha Ehmed Zuhêr Fuad Ebû Odeh, fermandarê endezyarîyê yê baskê leşkerî yê Hemasê, roja Pêncşemê di êrîşeke cuda de hatibû armancgirtin.

IDF’ê herwiha diyar kir ku van kesan bi awayekî "sîstematîk" agirbest binpê dikirin. Wan êrîş dibirin ser sivîlên Îsraîlî û leşkerên IDF’ê û ji bo nûkirina şiyanên leşkerî yên Hemasê dixebitîn.

Îsraîlê destnîşan kir ku êrîş ji bo rakirina vê metirsîyê hatine kirin û tê de çek hatine bikaranîn da ku zirar negihîje sivîlan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG