Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Me li 200 Armancên Hizbullahê Dane

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Çarşemê ragihand ku wan li zêdetirî 200 armancên rêxistina Hizbullahê li başûrê Libnanê dane.

IDF li ser platforma X’ê got, “Di van êrîşan de gelek mûşekavêj û endamên çekdar ên Hizbullahê hatin jinavbirin.”

Ev êrîş di 24 demjimêrên dawî de pêk hatin, li gor artêşa Îsraîlê.

IDF ew mûşekavêjên Hizbullahê kirin armanc ku ji wan mûşek ber bi axa Îsraîlê ve hatibûn avêtin.

Li gor rojnameya The Times of Israel, di hefteya dawî de IDF’ê li Beyrûtê û herêmên hundirîn ên Libnanê ti êrîş li dijî Hizbullahê pêk neanîne.

Ev pêşketin di demekê de tê rojekê piştî ku Amerîka mêvandarîya kombûnekê di navbera balyozên Îsraîl û Libnanê de kir. Ew civîn bi mebesta pêkanîna agirbest û aştîyê di navbera herdu welatan de hate lidarxistin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG