Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Înê ragihand ku wan fermandarê beşê endazyarîyê yê Hizbullahê kuştîye.
IDF'ê li ser platforma X'ê got ku navê wî fermandarî Ebed Herb e. Artêşa Îsraîlê da zanîn ku vî mirovî “bombe amade dikirin daku li başûrê Libnanê ziyanê bigihîne leşkerên Îsraîlê.”
IDF'ê herwiha got ku Herb fermandarekî payebilind ê Hizbullahê bû. Wê diyar kir ku Herb ji şerê Libnanê yê sala 2006'an ve “gelek êrîş li dijî leşkerên Îsraîlê kirine.”
Artêşa Îsraîlê herwiha got ku wan bingeha avêtina mûşekan a Hizbullahê rûxandîye.