Hêzên Bervanîya Îsraîlê(IDF) ragihand ku wan roja Yekşemê êrîşeke esmanî ya gumanbar asteng kiriye ku ew ber bi bingeheke hêzên IDF ên li başûrê Libnanê ve hatbû avêtin û ew niha encamên êrîşê dinirxînin.
IDF'ê di peyameke din a di X'ê de dibêje "di çend bûyerên cuda yên îro Yekşemê de, çend êrîşên dronên barkirî ji teqemenîyan ji alîyê rêxistina terorîst a Hizbullah ve hatin avêtin. Ev dron li nêzîkî herêma ku hêzên IDF li başûrê Libnanê lê dixebitin ketin, bêyî ku kuştî yan birîndar hebin."
Herwiha Hêzên Berevanîya Îsraîlê dibêje ku "Îro serê sibê, sîrênên hişyarîya ewlehîyê li herêma Avivim’ê hatin bihîstin, ji ber ku êrîşên mûşek û dronan pêk dihatin."
IFD'ê herwiha dîmenên vîdyoyî ji başûrê Libnanê weşandin û dibêje "Hêzên Lîwaya 401'ê tunelek binerdê ya bi dirêjahiya nêzîkî 80 metreyan wêran kir."
IDF'ê radgihîne ku "2 terorîstên çekdar ên Hizbullahê li başûrê Xeta Parastinê ya, ku ji bo leşkerên IDF'ê gefek rasterast bûn, hatin tunekirin.
"Terorîstên ku di nav avahîyên li heman herêmê de ku bibûn gef li ser hêzên me li wê herêmê hatine jinavbirin," IDF got.
IDF dide zanîn ku hêzên wan çend bingehên çekdarên Hizbûllahê kontrol kirine û çend cureyên çekan û alavên leşkerî yên weke mûşekên dijî-tank, tifingên Kalaşnîkov û teqemenî desteser kirine.