Artêşa Îsraîlê îro Yekşemê ragihand ku rejîma Îranê planek heye ji bo wêrankirina Îsraîlê bi rîya zêdekirina şîyanên berhemdana mûşekan.
Artêşê di postekê de li ser platforma X'ê got ku rejîma Îranê niha mehane bi dehan mûşekên balîstîk çêdike ligel armanceke zelal ku heta sala 2027îan 8,000 mûşek li cem wê hebe.
Ji bilî vê yekê, rejîma Îranê hewlên berçav dike ji bo xurtkirina binesazîya berhemdana li jêr zemînê, li gor artêşa Îsraîlê.
Artêşa Îsraîlê herwiha got ku bidestxistina mûşekan ji alîyê rejîmekê ku ragihandîye nêta wê wêrankirina Îsraîlê ye, metirsîyeke hebûnê ji bo Îsraîlê ye.
Ji dema ku Amerîka û Îsraîlê roja Şemîyê dest bi operasyonên dijî rejîma Îranê kirine, artêşa Îranê kempeyneke avêtina mûşekên balîstîk ber bi Îsraîl û welatên din yên herêmê ve destpê kiriye.