Hêzên Berevanî yên Îsraîlê (IDF) ku artêşa wî welatî ye, piştrast kir ku hêzên wê dest bi êrîşan li dijî Îranê kirine.
"Wek bersîvdana çend mehan ji êrîşên berdewam yên rejîma Îranê yên dijî dewleta Îsraîlê, hêzên me niha êrîşên piştrastkirî li ser armancên leşkerî yên Îranê pêk tîne," IDF di daxuyanîyekê de li ser platforma X got.
“Rejîma Îranê û alîgirên wê ji 7ê Cotmehê vir ve li herêmê bi awayekî bênavber ji heft enîyan ku di nav de êrîşên rasterast ji axa Îranê jî hene, êrîş dibin ser Îsraîlê. Weke her welatekî din yê serwer li cîhanê, dewleta Îsraîlê jî xwedî maf û erka bersîvdanê ye. Derfetên me yên berevanî û êrîşkirinê bi tevahî ketine xebatê. Jibo berevanîya dewleta Îsraîl û gelê Îsraîlê, emê hemî tiştên pêdivî bikin,” berdevkê IDF Daniel Hagari said.
Bi alîyekî din ve, Dengê Amerîka ragihand ku hikûmeta Îsraîlê rêvebirîya Amerîkî ji êrîşa xwe ya li ser Îranê agahdar kirîye.