Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê: Di Roja Borî de 50 Êrîş li Dijî Hizbullahê Pêk Hatin

Artêşa Îsraîlê îro Şemîyê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de hêzên wan nêzîkî 50 êrîş li başûrê Libnanê li dijî binesazîya koma mîlîtan a Libnanî Hizbullahê pêk anîn.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) li ser platforma X'ê ragihand ku li başûrê Libnanê bi rîya hêza esmanî "li armancên terorê da û terorîstên ku li nêzîkî hêzên IDF tevdigerîyan ji holê rakirin."

Di çarçoveya van êrîşan de, nêzîkî 50 armancên Hizbullahê li deverên cuda hatin wêrankirin.

IDF got ku di nav armancên ku hatin lêdan de ev in: bingehên ku endamên Hizbullahê bikar dainîn, avahîyên ku ji bo armancên leşkerî dihatin bikar anîn, û binesazîyên din ên terorê.

Artêşa Îsraîlê got ku bingeh û avahîyên leşkerî xizmet didan çekdarên Hizbullahê da ku planên terorê li dijî hêzên Îsraîlî pêş bixin.

Di bûyereke cuda de, IDF ragihand ku Hizbullahê hejmareke rokêt avêtin hêzên Îsraîlî yên ku li başûrê Lubnanê tevdigerin. Rokêt li deverên vekirî yên başûrê Lubnanê ketin.

Tevî hebûna agirbestekê di navbera Îsraîl û Libnanê de, şer û pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê, bi taybet li başûrê Libnanê, nehatine rawestandin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG