Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Çekdarên Hizbullahê li Başûrê Libnanê Dike Armanc

Dîmenek ji başûrê Libnanê
Dîmenek ji başûrê Libnanê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê Înê bi şev li dijî armancên koma Hizbullahê li başûrê Libnanê êrîşên esmanî pêk anîn, piştî ku dronek ber bi hêzên Îsraîlê ve li herêmeke ewlehîyê hat avêtin.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Şemîyê li ser X'ê got ku êrîşên wan endamên Hizbullahê û binesazîya wê komê kirin armanc.

Li gor IDF, di nav armancan de depoyên çekan jî hebûn ku ji bo plan û rêvebirina êrîşan li dijî hêz û sivîlên Îsraîlê dihatin bikaranîn.

IDF'ê da zanîn ku artêşa Îsraîlê bi wan êrîşan ew gefeya demûdest hêzên xwe û sivîlên Îsraîlê ji holê rakir.

Artêşa Îsraîlê ti hûrgilî li ser drona ku ji alîyê Hizbullahê hatibû avêtin neda, ne jî diyar kir ka gelo qurbanî yan ziyan di encama şandina wê dronê de hebûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG