Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê li Başûrê Libnanê 10 Cihên Hizbullahê Dike Armanc

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan li başurê Libnanê 10 binsazîyên koma Hizbullahê kirine armanc.

IDF'ê îro Înê li ser platforma X'ê got ku wan li kamyoneke Hizbullahê xistîye ku mîlîtanan çek tê de bar dikirin.

IDF'ê ragihand ku ev êrîş li herêmên Bint Cibêl, Beyt Yahûn, Kûnîn û Berêşîtê pêk hatin.

Li gor daxuyanîya IDF'ê, Hizbullahê ev cih ji bo planên êrîşê yên li dijî leşkerên Îsraîlê bi kar tanîn.

Artêşa Îsraîlê herwiha got ku ev êrîş bersiva êrîşên Hizbullahê yên li ser leşkerên wan in, û ev yek binpêkirina peymanê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG