Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan hişyarî daye rûniştvanên heft bajarokên bakurê Çemê Lîtanî yê başûrê Libananê ku wan vala bikin.
Li gor ajansa Reutersê, IDF'ê gotîye ew ê "tedbîrên tund" li dijî Hizbullahê bigirin, ji ber binpêkirinên domdar ên agirbesta ragihandî.
Raportên xwecihî radigihînin ku êrîşên esmasnî yên Îsraîlê ku çend deverên başûrê Libnanê kirine armanc, herî zêde roja Şemîyê bûne.
Êrîş li ser çendîn bajarokên li herêmê çêbûne , di heman demê de topbarana l iser bajarê Xiyam hat berdewamkirin, dîdevan dibêjin, firokên cengê yên Îsraîlê li ser başûrê Libnanê bi awayekî nizim û berdewam difirin.
Li alîyek din IDF'ê li ser hesaba xwe ya X'ê roja Yekşemê ragihand ku hêzên wan li nêzîk Xan Yûnis a kerta Xezayê tuneleke 800 metirî ya çekdarên Cîhada Îslamî hilweşand.
IDF dibêje dema hêzên wan li başûrê Xezayê operasyon pêk dianîn, tunel hatîye dîtin û hilweşandin.