Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Pêncşemê di hesaba xwe ya X'ê de ragihand ku hêzên wan li bazneya ewlehîyê ya 10 kîlometrî li başûrê Libnanê tên bicîkirin.
IDF got, "ji ber pêdiviyên operasyonê li Herêma Ewlekariyê, nêzîkî 10 km di nav axa Libnanê de, hêzên me hatine bicihkirin."
Wê got jî "Leşkerên Berevanîya Îsraîlê dê berdewam bikin ku gefan ji holê rakin û parastina niştecihên bakurê Îsraîlê xurt bikin."
Hêjayî bîrxistinê ye ku duh 17ê Hezîranê piştî ku Yadaştnameya Lihevtêgihîhiştê ya di navbera Amerîkayê û Îranê de hat îmzekirin ku agirbest û ewlehîya Libnanê di wê yadaştnameyê cî digire jî, lê alozî li wî welatî dom dikin.
Duh Çarşemê, IDF ragihand û got " Droneke teqemenî ya Hizbullahê li nêzîkî leşkerên IDF li başûrê Libnanê teqiya û 4 leşker birîndar kirin. Çend deqeyan şûnda droneke din a teqemenî teqiya û leşkerekî din birîndar kir.
Hizbullah li seranserê başûrê Libnanê terora xwe belav dike û sivîl û leşkerên me tehdît dike."