Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje wê Fermandarek û Çekdarekî Hemasê Kuştine

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Pêncşemê ragihand ku wan fermandarekî baska leşkerî yê Hemasê yê bi navê Îbrahîm Elem kuştiye.

IDF’ê li ser platforma X’ê got ku fermandar di komkujîya 7’ê Cotmehê de derbasî Îsraîlê bûbû, beşdarî kuştina gelek sivîlên Îsraîlî bûbû û cenazeyê leşker Shaked Dahan revandibû nava Xezayê.

Di daxuyanîya xwe de, IDF’ê eşkere kir ku wan leşkerê Hemasê yê bi navê Mutesim Mihemed Suleyman Salah jî kuştiye.

IDF’ê diyar kir ku wan çekdaran agirbest di navbera Îsraîl û Hemasê de binpê dikirin, êrîşên nû li dijî sivîl û leşkerên Îsraîlî amade dikirin û hewl didan ku hêza Hemasê ji nû ve ava bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG