Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IDF: Me li Bêhtirî 80 Armancên Hizbullahê Dan

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Înê ragihand ku wan li başûrê Libnanê bêhtirî 80 bingehên Hizbullahê wêran kirin û bi dehan endamên koma çekdar kuştin.

IDF li ser platforma X'ê ragihand ku wan li herêma Beqayê êrîş birin ser du bingehên Hizbullahê ku tê de endamên grûpê hebûn.

Li gor IDF'ê, ji şeva borî ve li herêma Nebetîyê û çend herêmên din ên başûrê Libnanê, wan êrîş birin ser bêhtirî 80 bingeh, cihên avêtina mûşekan û binesazîyên Hizbullahê.

Artêşa Îsraîlê got ku di van êrîşan de bi dehan endamên Hizbullahê hatine kuştin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG