Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan (IFJ) ragihand kudi sala 2023'an de 11 jê jin bi giştî 120 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin.
Sekreterê Giştî yê IFJ Anthony Bellanger jiber rojnamevanên hatine kuştin xemgînîya xwe dîyar kir, jibo malbat û rojnamevanên cîhanê sersaxî xwest.
"Tevî ku em her gav tînin bîra rojnamevanan ku ti çîrok ne hêjayî jiyana wan e, gelek rewş hene ku ew bi qestî têne armanc kirin ku çîrok werin veşartin û mafê agahdarkirina gel were sînordar kirin."
Bellanger bal kişand ku agahdarbûna rêkûpêk mafê demokratîk yê welatîyan e û pirsîyarîya hikûmetan e ku bo ragihandina serbixwe parastina rojnamevanan ava bike.
IFJ dîyar kir ku îsal ji sedî 68’ê rojnamevan û xebatkarên medyayê yên li seranserî cîhanê di şerê Gaza de hatine kuştin.
Li gor tomarên IFJ li Rojhilata Navîn jiber şerê li Gaza bi giştî 82 rojnamevan hatine kuştin; 75 Filîstînî, 4 Îsraîlî û 3 jî Lubnanî. Rexistinê got ku li Sûrîyê jî 3 xebatkarên medyayê hatine kuştin.
IFJ ragihand ku li herêma Asya-Pasîfîkê îsal bi giştî 12 rojnamevan hatin kuştin; li Hindistanê 3, li Afganîstanê 2, li Fîlîpînê 2, li Bangladeşê 2, li Pakistanê 2 û li Çînê jî 1.
Federasyonê got ku li Amerîkaya Bakur û Başûr di 2023’an de bi giştî 10 rojnamevan hatin kuştin; 3 Meksîkî, 1 Paraguayî, 3 Guatemalayî, 1 Kolombiyayî, 1 Hondurasî û 1 jî Amerîkî.
IFJ herwiha da zanîn ku îsal li Ewrupa jî 3 rojnamevan hatine kuştin; 1 Ukraynî, 1 Rûsî û 1 Fransî.
Rexistinê got ku li Albanya jî 1 xebatkarê medyayê hatiye kuştin.
"Jimarên kujer yên îsal dîyar dikin ku çiqas pêdivî bi amûrek girêdayê navneteweyî heye; ku dewletan mecbûr bike ku bo parastina ewlehî û serxwebûna rojnamevanan mekanîzmayên serekî ava bikin," Bellanger got.
IFJ bi sedema Roja Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî(NY) ya 10’ê Mijdarê, bo pejirandina peymaneke navneteweyî îsal kempenyeke dabû destpê kirin ku hê jî diome.
Federasyon bang li hemû hikûmetên cîhanê dike ku bo parastina ewlehî û serxwebûna rojnamevanan ew peymaneke mecbûrî ya navneteweyî bipejirînin.
Jêder: IFJ