Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Îdirê Amadekarîyên Hilbijartinên Çawa Diçin?


Bajarê Îdirê

Li bajarê Îdîrê ku Kurd, Tirk, Azerî û Terekeme bi hevre dijîn, hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê wê di navbera HDP'ê û Tifaqa Gel de derbaz bibe.

Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperest (MHP), bi ser navê Tifaqa Gel, Îsa Yaşar Tezel wek berbijar eşkere kiribû. Îyî Partî jî herçiqas di nava vê tifaqê de cih negirtiye jî, dîyar kiribû ku ewê piştgirî bide, berbijarê Tifaqa Gel.

Li hember wan, her sê partîyên rastgir Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî hewil dide ku şaredarîya Îdirê careke din bi dest bixe.

Rojnamevan Murat Akkuş dibêje ku li Îdîrê hilbijartin di navbera MHP û HDP’ê de derbaz dibe.

Murat Akkus
Murat Akkus

“Piştî daxuyanîyên rêbera Îyî Partî Meral Akşener ku gotibû divê şaredarî ji destê HDP’ê were girtin, yekîtî di navbera Kurdan de çêbû ku li dora HDP’ê bicivin.”

Akkuş îdia dike ku jiber nerazîbûna ser pêla neteweperestî, cudahîyên mezhebî û herwiha jiber ku berbijarên wê yek Kurd û yek jî Tirk e, HDP wê bi dengekî bilind, careke din şaredarîyê qezenc bike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG