Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Îdlibê Çi Diqewime?


Ji Adara borî vir ve xwepêşandan li seranserê Îdlibê ya bakurê rojavayê Sûrîyê li dijî desthilatên xwecihî lidardikevin.

Di xwepêşandanan de banga rûxandina desthilata Ebû Mihemed el Colanî, rêberê Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ), tê kirin. Herwiha xwepêşander daxwaza valakirina zindanan û başkirina rewşa aborî ya deverê dikin.

Hefteya bûrî, çekdarên HTŞê êrîş anîn ser konekî mangirtinê di nava bajêr de.

Beşdarên mangirtinê li rastî lêdana bi daran û kêran ve hatin û kon hat rakirin.

Omer, navê çalakvanekî yê ne raste ji Îdlibê ye ku bi xwe tevlî xwepêşandan dibe, tekez dike ku tevgera çekdaran li seranserî Îdlibê û navçeyên wê aktîve.

"Li herêmê rageşî û tevgereke çekdarî heye, çekdarên HTŞê belavkirîne û komên Çekedar wek e koma Siqûr El-Şam, Ceyş El-Nasr û Ehrar El şam li gelek deveran wek Binîş, Idlib, Dana, Cisir El-Şuxur, Sermeda di nava gel de tevdigrin,"Omer got.

Kî Îdilibê Kontirol Dike ?

Piranîya Îdlibê li jêr kontrola koma Îslamî HTŞê dikeve.

HTŞ, navê wê yê berê Cebhet el Nusra bû, şaxê Sûrîyê yê el Qayîde ye,tevî ku di 2018’an de ragihand ku peywendîya wê bi rêxistina cîhadî re nemaye, lê HTŞ ji alîyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorîst tê nasîn.

Li kêleka HTŞê, zêdetirî 15 komên çekdar, Îdlibê kontirol dikin, ku zêdetirî nîvê wan girêdayî HTŞê ne.

Wekî din giropên çekdar yên Artêşa Nîştîmanî ya ser bi Tirkiyê ve jî hene, wek Cebeht El-Tehrîr Wetenî.

Cebeht El-Tehrîr gelek alî di nav xwe de dihewîne, bi taybetî (Feyleq el- Şam, Suqur el-Şam, Ceyş el-Nasir, Artêşa Azad ya Idlibê, û Firqeya Yekemîn ya Beravê).

Li kêleka van giropan,li gorî navenda Cisûr ya lêkolînan 51 xal û baregehên atrêşa Tirkîyê li Idlibê hene.

Li ser erdê HTŞê Hêza serekî ye û giropên artêşa Niştîmanî di jêr fermana wê de tevdigerin.

Artêşa Nîştîmanî û HTŞê Dijî Xwepêşandêran Hevkarin

Li gorî jêderên xwecihî ku xelkên Îdlibê ji tevgera giropên Artêşa Nîştîmanî ya oposizyona Sûrîyê ne razî ne.

"Heyet Tehrîr el-Şam li pişt van tevgera çekdarî ye, da ku ji civakê re diyar bike ku komên Artêşa Azad bi wan re li dijî tevgera gelêrî tevdigere," Omer got.

Şîrovekarê rewşa leşkerî û efserê artêşa Sûrî yê berê Ehmed Rahal, ku ew bi xwe ji Îdlibê ye niha li Tirkîyê dimîne, bêdengîya Îtalafa oposizyonê ku nûnera sîyasî ya Artêşa Azad e bi tûndî rexne dike.

Rehal di vîdeyoyekê de ser kenala xwe ya YouTube ê balvkir û mafê weşanda berçeyên ji axaftina xwe da Dengê Amerîka dibêje ku giropên çekdar yên oposizyonê û Îtalfa oposizyonê ji bo Îdlibê bêdeng mane.

"Xelkên Îdlibê bê piştgir mane,"Rahal got.

Li gorî Rahal li Îdlib û navçeyên wê li 39 girtîgeh girêdayî HTŞê bi hezaran kes girtî ne.

Li gor raporteke rêxistina Tevna Sûrî ya Mafên Mirov, ji 2012’an (dema ku HTŞ li jêr navê Cebhet el Nusra Hate damezrandin) heta 2021’ê bi kêmî 505 kesên sivîl ji alîyê vê koma radîkal ve hatine kuştin.

ZO_05_17_2024_idlib
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00

XS
SM
MD
LG