Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Îdlibê ya Hikûmeta Sûrî û Rewşa Efrînê


Wêneyek ji Îdlibê
Wêneyek ji Îdlibê

Operasyoneke leşkerî ya artêşa ya Sûrî dijî komên îslamî û serhilda li Îdlibê bûye rojeva danûstandina alîyên cuda yên alozîya Sûrî.

Istana Îdlibê ku di destê çekdarên îslamî û Cebhet El-Nusra de maye û bi Efrînê re jî sînordar e, li vê deverê artêşa Tirk jî çend xalên xwe danîne.

Di vê çarçovayê de, alîyên sîyasî yên Bakurê Sûrîyê rewşa Îdlibê bi baldarî dişopînin, çimkî jibo wan ew devereke girîng e.

Gulîstan Sîdo, hevseroka şaxê Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) li Efrîn û Şehba dibêje ku her alî dixwaze ku tev li operasyona azadkirina Îdlibê bibe.

Eladîn Xalid, rêvebirê Partîya Sûrîye El-Musteqbel (Partîya Sibêroja Sûrîyê) dûr nabîne ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di operasyona Îdlibê de beşdar be.

“Ger lihevkirinek bi hikûmeta Şamê re çêbe, pêkan e HSD di rizgarkirina Îdlibê de beşdar be. HSD hêzeke Sûrî ye û ji armanca wê ew e ku li her derê Sûrîyê şerê terorê bike”.

Xalid hebûna Tirkîyê di nava axa Sûrî de li herêmên Şehba, Efrîn û Îdlibê rewa nabîne û dixwaze ku ew herêm vegerin jêr serwerîya dewleta Sûrî.

Sîdo di heman bawerîyê de ye ku divê Tirkîyê derveyê axa Sûrî bê derxistin.

“MSD'ê di danûstandinên xwe de mijara rizgarkirina Efrînê danîye serê rojeva xwe. Di hevdîtina bi hikûmetê re li Şamê, me nexşerêya xwe jibo çareserkirina krîza Sûrîyê pêşkêş kir û rizgarkirina Efrînê li pêş her tiştî ye”.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di dawîya meha borî de şandeke Bakurê Sûrîyê, ku ji MSD'ê û Partîya Sûrîye El-Musteqbel pêk dihat, serdana Şamê kiribû.

NR_08_13_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG