Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Encamên Otopsîyê Bikaranîna Çekên Kîmyayî Nîşan Didin


Qurbanîyekî êrîşa Îdlibê dibin nexweşxaneyeke Hatay ya li ber sînorê Sûrîyê
Qurbanîyekî êrîşa Îdlibê dibin nexweşxaneyeke Hatay ya li ber sînorê Sûrîyê

Reuters’ê îro Pêncşemê ji zarê Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag ragihand ku li gor encamên otopsîyê, li Îdlibê çekên kîmyayî hatiye bi kar anîn.

Di êrîşa li Xan Şêxûn ya Îdlibê, jin û zarok jî di nav de, bi kêmî ve 70 kes hatibûn kuştin û Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî ser îdiayên çekên kîmyayî bi awayekî awarte kom bûbû.

Xebatkarên saxlemîyê, 32 birîndarên êrîşa roja Sêşemê biribûn nexweşxaneyê Tirkîyê ku ji wan 3 paşê mirin.

Serokê Amerîka Donald Trump derbarê êrîşê gotibû ku hikûmeta Serokê Sûrîyê Beşar Esad ‘xeta sor’’ derbas kiriye. Wî dîyar kiribû ku piştî êrîşa gazî ya ser sîvîlan, nêrînên wî yên bo Esad û Sûrîyê guherîne.

XS
SM
MD
LG