Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Herêma Îdlibê Herî Kêm 10 Sîvîl bi Êrîşên Esmanî Hatin Kuştin


Artêş Sûrîyê ya bi piştgirîya Rûsya li herêma Îdlibê pêşde diçe.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku roja Pêncşemê serê sibê di encama êrîşên esmanî yên li Arîha de bi kêmî ve 10 sîvîl hatine kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku firokan êrîş birine ser firin û navendeke saxlemîyê.

AFP’ê ragihand ku li herêma Arîha navendeke saxlemîyê û sê avahîyên din hilweşîyane.

Rûsya îdiaya ser êrîşên dijî firin û navenda saxlemîyê red kir.

Moskowê da zanîn ku ji Çarşemê heta Pêncşemê wan ti êrîşên esmanî li dar nexistiye.

XS
SM
MD
LG