Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Pirtir ji 30 Hezar Kes jiber Êrîşên Sûrî û Rûsî ji Îdlibê Revîne


Penaberên Îdlibê li kampa Kafr Lusin ya nêzî derbazgeha Bab el-Hawa
Penaberên Îdlibê li kampa Kafr Lusin ya nêzî derbazgeha Bab el-Hawa

Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovî ya NY (OCHA) îro Duşemê ragihand ku heta niha pirtir ji 30,000 kes jiber êrîşên bejayî ya artêşa Sûrî û yên esmanî yên Rûsî, ji malên xwe yên li bakurê rojavayê revîne.

OCHA dide zanîn ku tirsa operasyoneke mezin ya hikûmeta Sûrî dibe sedem ku rûniştvanên Îdlibê cîh û warên xwe paş de bihêlin.

Serokê OCHA Mark Lowcock hişyarî da ku operasyoneke leşkerî ya ser Îdlibê dikare bide malwêranîya mirovahî ya herî mezin ya sedsala 21ê û heta 800,000 kes dikarin jiber operasyonê derbider bin.

Lowcock da zanîn ku êrîşên hikûmeta Sûrî û yên hevalbendên wê, ku hefteya borî destpê kiribûn, îro jî berdewa kirin.

Berdevkê OCHA David Swanson ji Reutersê re got ku roja Yekşemê 30,542 neçar man ku malên xwe biterkînin û herin cîhên din yên istana Îdlibê.

OCHA dide zanîn ku dora 2.9 mîlyon kes li herêma Îdlibê ya bin kontrola serhildayên dijî Serokê Sûrî Beşar Esad û herêmên hevsînor li Lazqîya, Hema û Helebê dijîn û piranîya wan kesên ji herêmên din wên welêt xwe sipartina Îdlibê.

XS
SM
MD
LG