Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Du Êrîşan de Herî Kêm bi Deh Kes li Îdlibê Hatine Kuştin


Navenda Medya ya Îdlibê û karbidestên saxlemîyê dîyar dikin ku di her du erîşan de bi kêmî ve 10 kes hatine kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûne.

Peqîna pêşî, piştî nîvro li Qusur ya li navenda Îdlibê pêk hat. Li dû peqîna pêşî, gava dilxwazên Berevanîya Sivîl, ku ji serhildayan pêk hatiye, gêhiştin cîhê bûyerê, peqîna duyê jî çêbû.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di peqînan de 13 kes hatine kuştin û da zanîn ku ji wan 10 sivîl in û nasnameyên her sêyên din hîn eşkere nebûne.

Îdlib ya li bakurê rojavayê Sûrîyê ye bi piranî di destê Heyet Tahrîr Şam de ye ku ew rêxistin bi peywendîyên xwe yên bi El Qaydê re tê zanîn.

XS
SM
MD
LG