Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnemevan Îdrîs Sayilgan Du Sal in ku li Girtîgehê Ye


Îdrîs Sayilgan
Îdrîs Sayilgan

Îdrîs Sayilgan, rojnemavanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya bi Desthilata Qanûnê de (KHK) hat girtin, du sal in ku li girtîgehê ye.

Sayilgan di 17'ê Mijdarê 2016’an de hate girtin û bi îdiaya “endambûna rêxistinê” girtî tê darizandin.

Vesyel Ok
Vesyel Ok

Ew di her rûniştina dozê de bi rêya vîdyo ji Girtîgeha Trabzonê tev li Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê dibe.

“Rewşa darizandina Sayilgan temamî bi rojnamegeriyê ve girêdayî ye û ragirtina ewqas dirêj binpêkirina mafê darizandina adîlane ye. Jibo ku nehêqî ji Sayilgan re hate kirin, emê nava ve heftê de serledan Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tîrkîyê û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî bidin,” parêzerê wî Veysel Ok dibêje.

Berpirsê Ajansa Mezopotam ya Serhedê Adnan Bîlen jî dibêje ku Îdrîs Sayılgan tene bi sedema karê xwe yê rojnemevanîye hatiye girtin û bi îdîaya “endambûna rêxistinê” heta 15 salan cezayê hepsê ji wî re tê xwestin.

Adnan Bilen
Adnan Bilen

Bîlen bal dikşîne ku li cîhanê herî pir rojnemevanên Kurd li girtîgehê ne.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) dide zanîn ku niha li Tirkîyê pirtir ji 100 rojnamevan girtî ne.

Li gor Endeksa Azadîya Medya ya Cîhanê, Tirkîyê di sala 2018’an de ji nav 180 dewletên cîhanê di rêza 157’an de cîh digire.

***

AA_10_08_2018_I_Sayilgan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00

XS
SM
MD
LG