Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerê Rojnamevan Îdrîs Yilmaz Dibêje ku Ew li Girtîgehê Rûbirûyê Reftarên Xirab Dibe


Li gor agahîyan Sendîkaya Rojnamevanen Tirkîye (TGS), 145 rojnamevan li zindanan girtî ne.

Rojnamevan Îdrîs Yilmaz jî yek ji wan rojnamevanan e ku di 21'ê Rêbendana 2018'an de li Erciş ya Wanê hatibû desteser kirin.

Sedema girtina Yilmaz parvekirinên wî yên ser operasyona Efrînê bûn ku wî di rûpela xwe ya medya civakî de weşandibûn.

Piştî ku Yilmaz hat girtin, ew ji girtîgeha Xarpêtê (Elazîz) re hate veguhastin ku 500 km dûrî Ercişê ye.

Parêzerê wî Savaş Avcî hişyarî dide ku Yilmaz rûbirûyê reftarên xirab dimîne û ew bi qasî neh mehan tenê li odeyeke tekakesî (hucre) hate girtin.

Avci îdia dike ku doza dijî Yilmaz û reftarên dijî wî nehiqûqî ne jiber ku ew bi îdiayen nepiştrastkirî hatiye girtin

“Yilmaz rojnamevanekî peşketî bû, loma ew tim hedefê de bû. Ew ji malbata xwe hat dûr xistin û ji girtîgeha Xerpêtê re hate şandin. Yilmaz, tevî ku ti cezayên wî yên dîsîplînê tnebûn jî, neh meh tenê, li hucreyekê hate hiştin, rojname û pirtûk jî wî re nehatin dayîn.”

Avci geşbînîya xwe dîyar kir ku Yilmaz di rûniştina yekê ya 6’ê Rêbendana sala nû de were azad kirin.

Dayika wî Nazîrê Yilmaz jî dîyar kir ku ew têne bi rêya telefonê ji kurê xwe agahî distîne.

“Hevjîna Yilmaz û zaroken wî li cem me dimînin û kurê wî Mehmet ye 13 salî jî astengber e û tim berîya bavê xwe dike. Kurê min be suc e û divê ew were berdan.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG