Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mirovê Herî Bejinbilind yê Amerîkî Jîyana Xwe ji Dest Da


Ajansa AP ragihand ku mirovê herî bejinbilind li Amerîka, Igor Vovkovinskiy li eyaleta Minnesota jîyana xwe ji dest da.

Malbata Vovkovinskiy ragihand ku Igor roja Înê jiber nexweşîya dil li Nexweşxaneya Mayo Clinic ya li bajarê Rochester mir.

Vovkovinskiy 38 salî bû û li Ukrayna hatibû dinê. Bilindbûna bejna wî 2 metre 34.5 santîmetre bû û ew li Amerîka wek kesê herî bejinbilind dihat zanîn.

XS
SM
MD
LG