Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Baran: Gel Ne Hewceyî Destûrê ye ku Newroza Xwe Pîroz Bike


Kurdên li Dîyarbekirê bi kumên balkêş govenda Newrozê digerînin.
Kurdên li Dîyarbekirê bi kumên balkêş govenda Newrozê digerînin.

Sersala Kurdan, Newroz ji alîyê hemî Kurdan ve li seranser cîhanê tê pîroz kirin. Roja Yekşemê, anku 18’ê Adarê li Dîyarbekir û Stenbolê pîrozbahîyên girseyî hatine kirin, tevî ku karbidestên dewleta Tirk ragihandibû ku ewê rê nedin pîrozbahîyên berî 21’ê Adare.

Di pîrozbahîyên li Stenbolê de rêvebirê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Hacî Zengîn jîyana xwe ji dest da. Nivîskar û helbestvanê Kurd Îbrahîm Halîl Baran ku di pîrozbahîya li Stenbolê de amade bibû, qala çavdêrîyên xwe dike.

Birêz Baran dibêje, Newroz sersala Kurdan e û gel ne hewceyî destûrê ye ku sersala xwe pîroz bike. Do jî şênîyeke mezin li qada Newrozê hebû û hemî bi hevre sersala xwe pîroz kirin.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG