Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ÎHD: Rewşa Girtîyên li Zindana Amedê Baş E


Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Amedê Abdullah Zeytun ji Twitterê ragihand ku rewşa girtîyên li Zindana Amedê baş e.

Zeytun dîyar kir ku girtî dibêjin rewşa saxlemîya wan rind e û li girtîgehê ti xisar çênebûye.

‘’Girtî bo nas û dostên xwe ketine fikaran. Divê berpirs rê li ber girtîyan vekin ku ew bi malên xwe re danûstandinê bikin’’ Zeytun nivîsî.

Îro Duşemê di saet 04:17 li Bazarcix ya Meraşê erdhejeke bi hêza 7.4 çêbû.

Erdheja Bazarcixê li bajarên derdorê jî hat hîs kirin.

Rêvebirên Tirkîyê didin zanîn ku di erdhejê de bi qasî 300 kesan canên xwe ji dest dane.

Li gor ragihandinên pêşî li Entabê 80, li Mereş 70, li Meletî 47, li Ruha 18, li Amed 14, li Semsûr 13, li Kîlîs 8 û li Edenê jî 10 kes jiber erdhejê mirine.

Piştî erdheja saet 04:17’an 78 erdhejên lipey çêbûne.

Jêder: Ajansên Tirkîyê, İHD-Twitter

XS
SM
MD
LG