Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Girtîgehên Tirkîyê Rewşa Girtîyên Nexweş Xirabtr Dibe


Her sal 10’ê Mijdarê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, li seranser cîhanê wek Roja Mafên Mirovan tê pîroz kirin.

Komela Mafê Mirovan (IHD) bi hilkeftina vê rojê dide zanîn ku li zindanên Tirkîye, ku kapasîteya wan bo 220 hezar e, 280 hezar girtî hene û ew di bin mercên dijwar de dimînin.

IHD dîyar dike ku di nav van girtîyan de 457 ji wan giran, bi giştî 1.334 girtîyên nexweş hene.

“Di navbera sala 2017’an heta 6 Cotmeha 2019’an de 44 girtîyên nexweş li zindanên Tirkîyê jîyana xwe ji dest dan. Dibe ku ev hêjmar zêdetir be jiber ku ev hêjmar tenê ji serladanên jibo IHD’ê hatine kirin pêk tê.”

Endama Komîsyona Girtîgehan ya IHD’ê parêzer Zeynep Ceren Boztoprak dîyar dike ku gelek girtî li zindanan nexweş dikevin.

“Şert û mercên zindanan gelek girtîyên saxlem jî nexweş dike. Em dibînin ku jiber ku ev kes nayên derman kirin rewşa wan xirabtir dibe. Veguhestina girtîyan ji nexweşxaneyê an nayên kirin an jî dereng tê kirin.”

Boztoprak herwiha dibeje ku girtî dijî Peymana Stenbolê bi kelepçeyan têne derman kirin û gelek nexweş jî naxwazin bi vî awayî werin derman kirin.

Boztoprak bal dikşîne ku ku tevî biryara Sazîya Tiba Edlî (ATK) ya berdana girtîyên nexweş, dozgerî bi heceta ewlehîyê nahêle ew girtî werin berdan.

MEB_10_12_2019_Girtiyen_Nexweş
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:42 0:00


XS
SM
MD
LG