Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IHD ji Bizavkarên Mafên Mirovan yên Girtî re Name Dişine


Meha borî 10 aktivîstên mafên mirovan li girava Buyukada ya Stenbolê hatibûn desteser kirin û ji wan 6 kes jî bi tawana "alîkarîya rêxistina terorî" hatibûn girtin, 4 kesên din jî bi şerta kontrola dadwerî hatibûn berdan.

Dîrektora Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) ya Tirkîyê Îdîl Eser, rojnamevan Peter Steudtner, Alî Garawî yê Swêdî, ji Komela Welatîyan Ozlem Dalkiran, aktîvîst Gunal Kurşun û Veli Acû hatibûn girtin.

Komela Mafên Mirovan (IHD), îro li Stenbolê jibo aktivîstên mafên mirovan yên ku hatibûn girtin, wek sembolik bi girseyî name şandin girtîgehan.

Seroka IHDê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, ku hefta borî di çalakîya jibo Semîh Ozakça û Nûrîye Gulmen de hatibû binçav kirin, di derbarê girtina aktivîstan de ji Dengê Amerîka re axifî.

Yolerî da zanîn ku sedemê binpêkirina mafên mirovan dewlet bi xwe ye û lewma jî tundîya dewletê li ser aktîvîstên mafên mirovan zêdetir e.

“Têkoşîna mafê mirovan tim li hember dewletê destpê kiriye û sûcên dewletê derxistiye holê. Mafên mirovan ne tenê humanîzm e, di heman demê de jî zor dide ser pergala dewletan.”

XS
SM
MD
LG