Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ÎHD Raporta Ser Zindanên Herema Marmara’ y Tirkîyê Eşkere Kir


Komîsyona Zindanan ya Komela Mafên Mirovan (ÎHD) ya şaxê Stenbolê raporta 3 mehan ya binpêkirinên mafan yên li zindanên Herêma Marmara eşkere kir.

Seroka Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî got kir ku di raporta 3 mehan yên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de bi giştî ji 25 zindanên cuda serlêdanên binpêkirinên mafan hatin kirin.

Gulseren Yolerî
Gulseren Yolerî

Yolerî herwiha da zanîn ku di nava 3 mehan de bi giştî 1,761 serlêdanên binpêkirinên mafan ji ÎHD’ê re hatin kirin.

Wê bi berdewamî bal kişand ser zêdebûna êşkence û zêdebûna zextên derûnî yên ser zindanîyan jî.

“45 binpêkirinên êşkence û derbkirinê, 34 zextên derûnî, 20 lêgerînên tazî, li ser navê 31 girtîyan amadekirina belgeyan û îmzekirina ser navê wan. 1 jî redkirina daxwaza parastinê ya bi Kurdî û gelek binpêkirinên mafan hatine kirin.”

Yolerî bal kişand ku binpêkirinên mafan derbarê tedbîrên vîrûsa korona de jî cih digirin û testa 6 girtîyan pozîtîf derketiye û 17 kes jî di bin qarantînê de ne.

“Li zindanan kêmahîya tedbîrên paqijîyê û kêmahîyên mask û materyalên paqijîyê hene. Dîsa di bin navê tedbîrên vîrûsa korona de 61 girtî bi tenê sere xwe di odeyekê de hatine hiştin.”

Li alîyeke din ve, Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul herî berî çend rojan li bajarê Antalya gotibû ku jibo kontrolê girtigehên Tirkîye jibo sazîyên netewî û navnetewî re vekirî ne.

Gul gotibû ku beşa herî girîng a pêvajoya dadê, cezayê zindanê ye û wî dîyar kiribû ku bilindkirina standardan armanca wan ya herî girîng e û sucê girtîyan çi be bila bibe mafên wan tê parastin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG