Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IHD: Divê Mafên Nexweşên Girtî li Tirkîyê Werin Parastin


IHD Van Branch

Komela Mafên Mirovan ya şaxê Wanê, bi mebesta 26’ê Cotmehê Roja Mafên Nexweşan, preskonferansek pêk anî û bal kişand ser rewşa girtiyên li zîndanên Tirkîyê.

Li gor rapora IHD’ê li zîndanên Tirkîyê 278 hezar 711 mêr, 11 hezar 467 jin û hezar 896 jê zarok bi giştî 294 hezar 74 kes tên girtin. Li gor heman jêderê herî kêm 604 jê giran bi giştî hezar 605 girtîyen nexweş hene.

Serokê Şaxê IHD a Wanê Mehmet Karataş dibêje ku nexweşên li zîndanên Tirkîyê nikarin xwe bigihînin xizmetên saxlemîyê.

“Jiber ku di zagonên bingehîn de û di rêvebirinên zîndanan de li hember girtîyan astengî hene, nexweşên li girtîgehan an nayên derman kirin, an jî direnk bo nexweşxaneyan tên veguhastin. Ev jî dibe sedema nexweşî yên girantir.”

Hejmarek ji nexweşên giran ji alîyê serdozgerîyan ve tevî bîryarên Sazîya Tiba Edlî (ATK) ku dibêje ew nikarin di zîndanê de bimînin, bi hinceta ‘bo ewlehîya civakê xeterene” nayên berdan. Karataş jî dibêje ku divê li hember mafê nexweşan hemî astengî werin rakirin.

“Her çî qas mirov di girtîgehan de bin jî, divê mafên wan werin were parastin û pêwiste ku dewlet mafên wan biparêze. Divê nexweşên giran ku nikarin bi serê xwe di zîndanan de bimînin, ji alîyê doktorên serbixwe ve werin konturol kirin û bi lezginî werin berdan.”

Hêjayî gotinê ye ku roja mafên nexweşan ji alîyê Yekîtîya Doktorên Cîhanê ve di 1982’an de bi navê ‘Danezana Lîzbonê’ hatiye belav kirin û 26’ê Cotmehê wek roja mafên nexweşan hatiye qebul kirin. Tirkîyê jî ev roje di 1998’an de pejirandiye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00


XS
SM
MD
LG