Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtî li Tirkîyê Gazincan Dikin ku Pirtûkên Kurdî ji Wan re Nayên Dayîn


Li Tirkîyê bi heceta ‘ewlekarîya hindur’ mafên girtîyan li pir cîhan tê asteng kirin.

Gelek girtîyên ku di nav ewlekarîya bilind de cîh digirin, ji navende Komela Mafên Mirovan (IHD) re name şandine û dibêjin ku roman, çîrok û helbestên Kurdî ji wan re nayên dayîn.

Dîsa ji wan, jibo wergerandina pirtûkên Kurdî pere tê xwestin û bo dayîna pirtûkan jî kotaya sînorkirinê hatiye danîn.

Girtî herwiha dibêjin ku rêvebirîya girtîgehê wan dernaxin cîhê hewa sitandine û di dema legerînê de ew rût dikin û yên ku rûtbûnê qebûl nekin dixin bi sere xwe dixin hucreyan.

Girtî bi berdewamî dibêjin ku dema malbata wan tê serdana wan, ew rastî heqeretan tên û pir caran ew bi kelepçe têne muayene kirin.

Rêvebirê IHD’ê Racî Bîlîcî li ser vê daxwazên girtîyan daxuyanîyeke taybet da û bal kişand ku girtî di bin ewlekarîya dewletê de ne.

“Pêwîst e desthilatîya Tirkîyê li gor zagona bingehîn mafên girtîyan biparêze. Mixabîn bi qedexekirin, astengderxistin û bi heqeretan mafên girtîyan binpê dikin. Desthilatdarî dema di alîyê sîyasî de dikeve tengasîyê, hêrsa xwe li ser girtîyan derdixe.”

ED_12_18_2018_Pirtûkên_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG