Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ÎHD Dibêje Sala Borî li Tirkîye Mafê Mirovan di Rewşeke Xirab de Bû


Presskonferansa ÎHD’ê ya bo eşkerekirina rapora binpêkirina mafan ya 2022’an, 26 Îlon, 2023, Enqere
Presskonferansa ÎHD’ê ya bo eşkerekirina rapora binpêkirina mafan ya 2022’an, 26 Îlon, 2023, Enqere

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya binpêkirina mafan ya 2022’an eşkere kir û rewşa mafên Tirkîye di warê mafên bingehîn de bi taybet jî mafê jîyanê di asteke pir xirab û metirsîdar de ye.

ÎHD’ê dîyar kir ku Tirkîye bi xala 90’a ya Qanûna Bingehîn, peymanên navneteweyî li ser hiqûqa xwe ya navxweyî qebûl kirîye lê di qada mafan de ne gor hiqûqa xwe ya navxweyî tevdigere ne jî peymanên navneteweyî ku îmza kirine, bi cîh nayîne.

“Komara Tirkîyê di warê mafên bingehîn de di rewşeke pir xerab de ye, wek mafê jîyanê, êşkence nekirinê, azadîya derbirîn û rêxistinbûnê û hevdem mafê cudanekirinê de di rewşeke pir xerab de ye,“ ÎHD’ê got.

ÎHD’ê di raporta 571 rûpelî de, binpekirinên mafên mirovan di her qadekî de cuda cuda, bi hejmeran û bi rengekî berfireh rave dike.

Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Balaban di eşkerekirina raportê de bal kişand ser hawirdora li Tirkîyê û got ku rewşa mafên mirovan ya welat
ji salên 90’an cudatir nine.

“Gelekî rast e ku mirov bibêje sîyaseta hindakirinê ya di salên 90’ an de didome. Mixabin êşkence jî berdewam dike. Belgekirina êşkenceyê jî pirsgirêke girîng e jiber ku doktorên sazîya Bijîşkî ya Dadwerîyê (ATK) bi temamî girêdayê vîna sîyasî ne,“ Balaban got.

Wî herwiha destnîşan kir ku desthilatdarîya Tirkîyê hewl dide ku ser civakê givaştineke domdarî çêbike û jiber çalakî û bûyerên herî demokratîk gelek kes girtî ne yan dijî wan doz têne vekirin.

“Azadîya derbirînê û rêxistinbûnê ji her demê zêdetir di bin zextê de ye. Mirov jiber nivîsan, axaftinên ku dikin, tweetan ku û bi taybet jî jiber ku xalên 9 û 10 yên Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupayê her tim têne binpêkirin, têne girtin,“

Balaban dîyar kir ku gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend û sîyasetvan niha jiber nêrînên xwe girtî ne, bi tevahî berevajî peymanên navneteweyî ku Tirkîyê îmza kirine.

Wî herwiha da zanîn ku jiber ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk nehatiye çareserkirin, bandorê li gelek qadan dike û got ku dewlet bi polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û ewlekarîyê nêzî pirsgirêka Kurd dibe.

“Em wek parêzvanên mafên mirovan bi salan e bangên xwe yên aştîyê bi taybet bo pirsgirêka Kurd de didomînin. Berdewamîya şer û pevçûnan ne tenê dibe sedema bi deh hezaran qurbanîyan, zararê dide aştîya civakî û daxwaza gel ya ji bo jîyana hevbeş jî," Balaban got.

Di raportê de, pêzanînên binpekirinên mafên mirovan ya 2022’an ya Tirkîyê bi wî rengî hatin eşkere kirin:

Binpêkirinên Mafê Jîyanê

Kuştin û Mirinên Bêdarizandin NeDadmendî
20 welatîyên ku ji wan yek zarok jî bi sedema ku hişyarîya rawestanê ya hêzên ewlekarîyê bi ch nekirine, jîyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.
2 kes ji alîyê cerdevanan ve hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn. Li herêmên sînorî de 2 jê zarok 6 kes mirin, 1 jê zarok 3 kes birîndar bûn.
2 kes di dema desteserkirina hezên ewlekarîyê binçavan de mirin û 1 kes winda ye.
ÎHD dibêje ku di bin wê beşa binpekirinên mafên mirovan de bi giştî 30 kesan jîyana xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn

Pevçûnên çekdarî
ÎHD dide zanîn ku di pevçûnên çekdarî de bi tevahî 407 kesan jîyanên xwe ji dest dane û 114 kes jî birîndar bûne

122 leşker, polîs, nobedar, û cerdevanên demkî jîyanên xwe ji dest dane û 67 jî birîndar bûne û her wiha

276 milîtan û herwiha 9 sivîl jîyanên xwe ji dest dane û 47 sivîl jî birîndar bûne

Raporta ÎHD’ê eşkere dike ku 81 kesan li girtîgehan de jîyana xwe ji dest dan, dema ku 10 kesan jiber kes û sedemên ne dîyar mirin û 4 kes jî birîndar bûn.


Xeletî û xemsarîya fermî
Rexistin dîyar dike ku jiber xeletî û xemsarîya dewletê bi giştî 146 welatîyan jîyana xwe ji dest dan; 5 kes di lehîyan de, 1 ji wan zarok 4 kes bi wesayîtên leşkerî, 3 jê zarok 6 kes bi guleyên nenas, 6 kesa ku 5 ji wan penaber in di şewatan de û herwiha yên din bi semen din.

Êrîşên Nîjadperest
Li gor raportê jiber ku 1 kes Kurd e bi çekan, 6 kes Sûrî ne û 1 kes jî jiber ku ew Afganî ne, bi giştî 8 kes jiber êrîşên nîjadperest hatin kuştin.

Di raportê tê gotin ku 26 mêr, 331 jin û 29 zarok bi giştî 286 bi rengek gumanbar de jîyana xwe ji dest dan.

Binpêkirinên Azadîya Derbarînê
10 mîtîng û festîval, 14 bîranîn û çalakîyên piştvanîyê, 31 Konser, 7 festîval, 6 pêşandanên Şanoyê, 2 panel, 1 stand, 4 preskonferans, 2 Grev (Taloq kirin) hatin qedexe kirin.

19 Pirtûk û Rojname hatin qedexe kirin û berhev kirin, 1 cezayê rawestandina reklamên rojnameyan, cezayê 17 roj reklamên li 4 rojnameyan,û li 58 televîzyonan û 1 radyoyeke cezayê revebirî hat birîn.

4 ajansên nûçeyan û 1 navenda Kovarê ji alîyê polîsan ve hatin serde û herwiha bi giştî gihîştina 2391 ajansên nûçeyan û malperên cuda hatin qedexe kirin.

ÎHD bale dikşîne ku di 2022’an de dijî 1475 kesan jî jiber ravekirina derbirînê 1469 doz hatine vekirin.

Binpêkirinên Azadîya Ciwîn û Xwepêşandanê
Rexistina mafan eşkere dike ku hêzên ewlekarîyê destwerdana 571 civîn û xwepêşandanan kirin û herwiha di derbarê 1195 kesan de bi giştî 59 doz hatin vekirin.

Binpêkirinên Azadîya Rexistbûnê Ciwîn û Xwepêşandanê
Raport dîyar dike ku li Tirkîyê di 2022’an de Polîsan 6 avahîyên partîyên sîyasî, 4 navendên komeleyan, 4 navendên çandê ji serde girtine.

Herwiha dijî 6 avahîyên partîyên sîyasî, 3 navendên olî yên Alewîyan, 3 komele û 1 mala ciwanan êrîş hatin kirin.

Binpêkirinên Mafên Jinan
Li gor raporta ÎHD’ê jiber xwekuştin,tundîya ser jinê ya li mal û derve, destavêtinên di qada civakî de Bi giştî 387 jinan jîyana xwe ji dest dane û 784 jin jî birîndar bûne.

Êşkence, Mûameleya Xirab,Riswakirin û Piçûkxistin
1452 kes di desteserkirina de rastî êşkence û muameleya xerab hatin.
Bilî desteserkirinan, 42 jê zarok bi tevahî 2 hezar û 947 kes jiber êşkence û muameleya xerab zarar dîtin.

11 kes rastî êşkence û muameleya xerab ya cerdevanan hatin. Li girtîgehan jî 277 kes êşkence û muameleya xerab dîtin.

Herwiha 312 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin tehdîdkirin û bo sîxurîyê rastî givaştinan hatin.

Di xwepêşandanên civakî de jiber destwerdana hêzên ewlekarîyê 4 hezar û 553 kes hatin derbkirin û birîndarkirin.

Binpêkirinên Mafên Dijî Ewlekarî û Azadîya Kesane
ÎHD dide zanîn ku di 2020’an de bi giştî 7 hezar û 731 kes hatin desteser kirin û herwiha 5 kes j û hatine revandin ku hê jî hinda ne.

Binpêkirinên li Girtîgehan
ÎHD dibêje li girtîgehên Tirkîyê niha 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtîyên nexweş hene.

Li girtîgehan di 2022’an de mafê ragihandinê yê 377 kesan hat binpêkirin û hemberî 324 girtîyan lêpirsîn hat vekirin.

515 girtî jî hatin sirgûnkirin dema ku li girtîgehan 388 çalakî hatin darxistin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bale dikşîne ser binpekirin û zextên dijî revebir û endamên xwe jî, lê hevdem dîyar dike ku wê tekoşîna xwe ya bo mafên mirovan bênavber tevî hemû astengîyan bidomîne.

ÎHD dibêje ku di 2022’an de 25 revebir û endamên wê hatine desteser kirin, 1 hatîye girtin û 1 jî bi şertê ragirtina li mal hatiye berdan

XS
SM
MD
LG