Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IHD Binçavkirina Rojnamevanan li Wanê Rexne Dike


Komela Mafên Mirovan (IHD) ya şaxê Wanê ser desteserkirina 6 rojnamevanan bertek nîşan da û daxwaza berdana wan kir.

Hêzên ewlekarîyê roja Seşemê li Wanê dijî Ajansa Mezopotamya (MA) û Jînnewsê operasyonek pêk anîbûn û 6 rojnamevan binçav kiribûn.

Serokê IHD’ê yê Şaxê Wanê Murat Melet got ku rojnamevan jiber karê xwe tên binçav kirin û girtin.

“Li Tirkîyê mafê rojnamevanîyê bi qanûnan hatiye parastin. Lê ev qanûn bi taybetî li heremên Kurdan bê bandor e. Herî dawîyê jiber ku rojnamevanan Ajansa Mezopotamya û Jînnewsê êşkenceya ser Servet Turgut û Osman Şîban derxistibûn holê, li dijî wan operasyon pêk hat.”

Melet dibêje ku ev demek dirêj e li bajarê Wanê givaştinên ser rojnamevanan zêde bûne û di nava salekê de nêzî 10 rojnamevan hatine desteser kirin.

“Jibo pêşketina demokrasîyê, azadîya medyayê pir girîng e. Lê, Tirkîyê di lîsta Endeksa Azadîya Medya ya Cîhanê de di rêza 157’an de ye. Niha li zîndanên Tirkîyê 126 rojnamevan girtî ne. Divê hemî rojnamevan werin berdan.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku roja Seşemê Dozgerîya Komarî ya Wan bi îdiaya “xebatkarên medya Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ne” dijî ofîsa MA û Jînnewsê operasyonek dabû destpê kirin.

Di encamê de rojnamevana Jînnewsê Şehrîban Abî, Nazan Sala, rajnamevanên MA’yê Adnan Bîlen û Cemîl Ugur û balavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem jî di nav de 6 kes hatibûn binçav kirin.

Herwiha parêzerên kesên desteserkirî dîyar dikin ku ser dosyaya rojnamevanan bîryara nepenîyê berdewam dike û demê desteserkirina wan ji çar rojên din hatiye dirêj kirin.

AA_08_12_20_R_IHD_Rexne
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00

XS
SM
MD
LG